Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Eraxçî Bersiv Da Trump: Armanca guhertina rejîmê ne pêkan e

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraxçî diyar kir ku armanca Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo guhertina rejîmê ne rasteqîn e. Araxçî destnîşan kir ku Tehran amade ye rageşiyê kêm bike û parast ku êrîş di çarçoveya "xweparastinê" de ne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraxçî got ku armanca Serokê DYAyê Donald Trump a ji bo guhertina rejîmê li Îranê "peywireke ne pêkan" e. Araxçî ji NBC Newsê re axivî û diyar kir ku niha bi Washingtonê re têkiliyek rasterast nîn e.

Eraxçî anî ziman ku Îranê li Rojhilata Navîn tesîsên leşkerî yên DYAyê kiriye hedef, lê "Amerîkayî li ser axa wan" nekiriye hedef û got ku ev "çalakiyeke xweparastinê" ye. Eraxçî got: "Yên ku ev êrîşkarî dane destpêkirin ne em in. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê da destpêkirin."

Eraxçî tekez kir ku Tehran şer naxwaze û got ku ger êrîşên DYA-Îsraîlê bi dawî bibin, ew amade ne ji bo hevdîtinan. Her wiha got: "Em teqez bi kêmkirina rageşiyê re eleqedar in. Lê belê ev şer Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da destpêkirin û divê berdêla wê bide."

Eraxçî bersiv da gotinên Trump ên derbarê guhertina rejîmê de jî û got: "Gava bi mîlyonan mirov piştgiriyê didin rejîmê, hûn nikarin rejîmê biguherînin." Eraxçî diyar kir ku li seranserê welat bi mîlyonan kes ji bo piştgiriya hikûmetê di salvegera Şoreşa Îranê de daketine qadan û got: "Belê, kesên gilîdar jî hene, lê piştgirên bihêz ên rejîmê jî hene."